Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin 2024-07-19 09:37:51   ÎZMÎR - Li Konakê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qeçaxa ceyranê de ku 2 kes ji ber mirin, 14 kes hatin girtin.    Li Alsancak a Konak a Îzmîrê dema barîna baranê de ji ber qeçaxa ceyranê Ozge Ceren Denîz û Înanç Oktemay jiyana xwe ji dest dabûn. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina wan de hatiye dest pê kirin de, 14 kes hatin girtin.     Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, aşkere kir ku di çarçoveya lêpirsînê de 14 kes hatine girtin, derbarê 7 gumanbaran de jî cezayê hefsa malê û dêrbarê 6 gumanbarên din jî qedexeya derveyî welat hatiye dayîn.