'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’ 2024-07-19 09:13:46   COLEMÊRG - Kudret Aksû ya ku kurê wê Suleyman Aksû di Komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin diyar kir ku roja kurê wê hat qetilkirin edalet jî bi wî re hatiye binaxkirin.    Yek ji ciwanên ku di Komkujiya Pirsûsê hat jiyana xwe ji dest da jî Suleyman Aksû yê ji Geverê ye. Birasthatina salvegera komkujiyê malbatên wan têkildarî qurbaniyên xwe diaxivin.    GORA WÎ 7 CARAN HAT RÛXANDIN    Suleyman Aksu di sala 1990’î de li navçeya Geverê ya Colemêrgê tê dine û ew Beşa Mamostetiya Îngilîzî ya Zanîngeha Çûkûrovayê diqedîne. Aksû jî ji bo alîkariyê bigihîne zarokên Kobanê ji Geverê berê xwe dide Pirsûsê. Xeyala Aksû bi êrişa bombeyî nîvco tê hiştin.    Cenazeyê Aksû li Geverê hatiye veşartin. Di van 9 salan de gora Aksû 7 caran bi êrişan re rû bi rû maye û hatiye rûxandin. Heta niha derbarê kesên ku êrişî gora Aksû kirine de tu pêşketinek çênebûye û ser êrişa li dijî gorê veşarî hatiye hiştin.    'EW JI BO XÊRXWAZIYÊ DIÇÛN KOBANÊ’    Kudret Aksu diyar kir ku ji bo gora kurê wê neyê şikandin an xerakirin rojê du sê caran serdana gorê dike û ji ber ku ev 9 sal in kujer nehatine girtin û edalet pêk nehatiye bi gilî û gazin e. Aksû wiha got: “33 ewladên me hatin qetilkirin, her kes bêdeng e. Zarokên me wê tenê pêlîstokan bo zarokên Kobanê bibirina. Ew ciwanên xêrxwaz bûn, ne ji bo kuştina kesî diçûn. Di destê kurê min de ji bilî pêlîstokan tiştek din nebû.”    'BAWERIYA MIN BI EDALETA TIRK NEMAYE’    Aksû da zanîn ku daxwaza wê ew e ku edalet pêk were û wiha axivî: “Ez edaletê dixwazim. Lê edalet li holê nîne û tiştek li ser navê edaletê nemaye. Edalet bi kuştina kurê mirin re hat binaxkirin. Heke edalet hebûya wê qatilên rastîn ên kurê min û 32 hevalên wî bihatana dîtin. Hemû rayedar bêdeng in. Çima bêdengin û çima qatilan dernaxin holê. Heta ku ez saxbim ez ê li pey doza kurê xwe bim û ez ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berendim. Heta ku qatilên rastî bên dîtin wê ev têkoşîn berdewam bike. Baweriya min bi daraz û edaleta tirk nameye. Ez bawerim nakim ku kujeran derxin pêşberî edaletê. Ez bang li hikûmetê dikim ku edaletê pêk bîne. Kezeba min dişewite êdî bes e. Ez her car ji xwestina edaletê westiyam. Bila êdî qêrîna me ya edaletê bibihîzin. Lê ez ê dîsa jî dest ji xwestina edaletê berendim.”    MA / Mazlum Engîndenîz