ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-19 09:00:24     * Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 9 sal derbas bûn û tevî vê yekê hê jî hêzên li pişta bûyerê dernexistine holê. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got: “Ne bersûc malbatên mexdûr bûn hatin darizandin. Me pratîka darizandinek wisa dît.”    * Endama gundê Jinwar Ruken Rojda diyar kir ku ew bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan projeya xwe ava kirine û niha li ser vê esasê xebatên xwe dikin.    * Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin dê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.    * DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bêyî ku seaetên 130 malan bixwîne bi milyonan lîre ceza li welatiyan birî. Fatûre li malên ku bi salane vala ne jî hat birîn.    * Kudret Aksû ya ku kurê wê Suleyman Aksû di Komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin diyar kir ku roja kurê wê hat qetilkirin edalet jî bi wî re hatiye binaxkirin.    * Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê da û got: “Êriş bi piştevaniya PDK’ê pêk tên. Wê gelê kurd hesabê vê yekê ji PDK’ê bipirse.”   * Mîhrîcana Berxbirê ya ku li navçeya Elkê ya Şirnexê weke kevneşopiyeke kevnare tê li darxistin îsal ji aliyê  şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve bi beşdarbûna stranbêjên tirk tê lidarxistin.    * 7’emîn danişîna doza têkildarî êrişa li dijî malbata Şenyaşar hatibû vekirin dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.30)   * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş dê li navçeya Xinûsê beşdarî çalakiya aşûreyê bibin. (13.00)   * Li Edene, Mêrsîn û Wanê dê çalakiya “Deng bide azadiyê” bê lidarxistin. (14.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê biçe serdana malbatên zarokên xwe di şewatê de winda kirin. (15.00)    *  Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dê li Semsûr û Stenbolê bên protestokirin. (18.00-20.00)   * DEM Partî dê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê “Mitînga Çandiniyê” li dar bixe. (18.00)   * Çalakiya nobetê ya li Colemêrg, Stenbol û Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin dê bên lidarxistin. (19.00-22-00)