Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike 2024-07-18 22:18:21 AMED - Şaredariya Farqînê di ketina navçeyê de bi tabelaya sê zimanî we pêşwazî dike.  Şaredariya Navçeya Farqînê ya Amedê tabelaya pir zimanî çêkir û danî ketina navçeyê. Tabelaya berê ya di heyama qeyûm de tenê bi zimanê tirkî bû. Şaredariya Farqînê ya niha di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, bi zimanê kurdî, tirkî û îngîlîzî tabela amade kir û danî ketina navçeyê.    Şaredarî bi sê zimanan "Hûn bi xêr hatin Farqînê, Silvan'a hoşgeldiniz, Welcome to Farqîn" bixêrhatina mêvan û şêniyên xwe dike.