Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin 2024-07-18 13:57:07   ENQERE - DEM Partiyê li dijî biryara tayînkirina qeyûma a li Şaredariya Colemêrgê serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.    Di serlêdanê de qala pêvajoya girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û girtina wî hate kirin û hat gotin ku tê xwestin li bajarên kurdan tayînkirina qeyûm weke sepaneke asayî were nîşandan. Bi domdarî tayînkirina qeyûman ên di serdema berê de hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Weke darbeyekê di dîrokê de cih girt.”    Bi domdarî wiha hate gotin: “Armanca ji sepana qeyûm ew e ku partiya miwekîl û siyaseta nûnertiya wê dike li derveyî rêveberiyên herêmî bihêle, bi desteserkirina sîstematîk a şaredariyên qezenc dike re tê xwestin ku îradeya bijartin û hilbijartinê ya hilbijêrên partiya miwekîl pasîfîze bike.”    ‘BILA BIRYAR WERE BETALKIRIN’   Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku fikraya 34’emîn a Qanûna Hejmar 6758 û fikraya di xala 45’emîn a Qanûna Şaredariyan de li dijî destûra bingehîn in lewma jî divê bi rêya îtîrazê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bên şandin û biryara dûrxistinê ya derheqê Akiş de hatiye dayîn were betalkirin.