Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye! 2024-07-18 10:57:18   ENQERE - Metîn Kiratli ku ji hêla Erdogan ve li AYM’ê hate tayînkirin, beriya niha bi bazirganiya derqanûnî ya bi El Nusrayê re kirî bûbû rojev.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Karên Îdarî ya Serokkomariyê Metîn Kiratli weke endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tayîn kir. Kiratli, beriya niha ji ber sê mûçeyên werdigirt bûbû rojev. Kiratli ji Serokatiya Karên Îdarî ya Serokkomariyê 23 hezar, ji Endamtiya Borsa Stenbol YK’ê 24 hezar û ji endamtiya YOK’ê jî 38 hezar lîre mûçe distand.    ÎDIAYÊN PEKER   Rêveberên rêxistina sûcên rêxistinkirî yê dewletê piştgirî didayê Sedat Peker beriya niha di vîdeoyekê de bal kişandibû ser bazirganiya derqanûnî ya Kiratli. Peker, derheqê Kiratli de wiha gotibû: “Em qutiya ewil a pandorayê vekin. Ji bo hûn bi Sûriyeyê re bazirganiyê bikin çi hewce ye hûn dizanin? Metîn Kiratli beg heye, Serokê Karên Îdarî yê Serokkomariyê, li Kulliyeyê ye. Hûn ê biçin cem wî. Lê ez qala danûstandina yek du qamyonan nakim. Petrola xam a qaçax, çay, şekir, alumînyum, wesayîtên destê duyemîn... Ev bi milyaran dolar digirin, pereyekî mezin e. Ji bo têkoşîna Sûriyeyê kê pere da? Me. Ma dewletê neda, dewlet. Kî şehîd bû, milet. Ez ê niha qala bazirganiya li wir tê kirin bikim. Piştî we ji wir destûr girt (Ji Metîn Kiratli), we dişînin MT Groupê. Mûrat Sancak, Ramazan Ozturk, tevahiya hiyerarşiyê li wir e. Piştî erêkirina wan jî hûn diçin cem kê; berpirsyarê îktîsadî yê El Nusrayê heye; Ebû Abdurrahman, nasnavê Ebû Şiyma bi kar tîne. Di halê hazir de bazirganiyê wiha dikin. Ji derveyî van gotinên min hûn nikarin li wir karên mezin bikin.”