Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir 2024-07-18 10:14:50   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbarên a ji bo saziyên cuda, betal kir.    Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna xwe ya meha tîrmehê li dar xist. Di civînê de 3 neguhêzbarên şaredariyê yên ji hêla qeyûman ve dewrî saziyên cuda hatibûn kirin hatin nirxandin.    Di 14’ê adara 2017’an de parsela 146 ada hejmar 31’ê ya li Taxa Çinarê ya navçeya Sankuşê ku hezar û 581 metrekare ye dewrî Serokatiya Şaredariya Sankuşê hatibû kirin. Di 12’ê tîrmeha 2021’ê de jî mescîd û WC’ên di avahiya îdareyê ya Parka Temayê ya Taxa Firatê ya Peyasê tehsîsî Midûriyeta Peyasê hatibû kirin. Di 14’ê mijdara 2023’yan de parsela 99 ada hejmar 1 (Sehaya Futbolê ya girtî, qada besketbolê ya servekirî û korta tenîsê ye) a li Taxa Yenîşehîr a Liceyê ku 6 hezar metrekare bû,  ji bo 25 salan bêyî bedel dewrî Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê hate kirin.    Meclisa Şaredariyê bi piraniya dengan biryara dewrkirina van neguhêzbaran betal kir.