Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin 2024-07-18 09:11:37   AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku desthilatdariya heyî nikare aboriyê bi rê ve bibe û gotin: "Divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û hikûmeta ku niha sîstemê dimeşîne ji vir derkeve."   Rayedarên hikûmetê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê daxwazên zêdekirina meaşê asgarî nekin. Krîza aborî ya ku roj bi roj zêdetir dibe, bi bihabûna her tiştên li market û bazaran xwe dide nîşandan. Welatiyên Amedê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku roj bi roj aborî xerabtir dibe û banga hilbijartinên pêşwext kirin.   Welatiyê bi navê Ramazan Sevîm jî diyar kir ku bihabûn hilweşîna dewletê nîşan dide û diyar kir ku ji bo aborî pêş bikeve divê hikûmet biguhere. Sevîm got: "Em dixwazin ev serokkomar ê desthilatdarî biguhere. Derfetên debara ji bo teqawîdan nemaye. Ev dewletek û welatek çawa ye.”    HENEKÊ XWE BI ABORIYÊ KIR    Zahît Gozen ku henekê xwe bi polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê kir wiha got: “Te got zem? Kîjan zem? Pir şerm e meriv behsa zemê bike! Li Tirkiyê tiştekî bi navê zemê heye? Aboriya me difire, em ji niha ve gavekê dûrî çûna heyvê ne! Wek hûn jî dizanin lêçûnên qesrê jixwe tê zanîn, êdî ti pisporê matematîkê nikare hesab bike. Gelo bihabûn bandorê li me dike? Bê guman ew bandorê li jiyana me nake. Ji ber ku em ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên birêvebirin. Aboriya me bi leza roketan diçe. Gotin dolar dê bibe 5, ev ne mimkûn e. Niha bûye 32 an jî 33 TL. Erê, em pir bi lez diçin, dolar li gel aboriyê zêde dibe. Em pir baş têne rêvebirin, yên li ser serê me aborînas in, wan xwedî bawernameyên bilind û doktoran in, wan li Amerîka xwendiye, ji ber vê yekê aboriya me pir baş e."   Gözen banga hilbijartina pêşwext kir û got: “Em hilbijartinê dixwazin. Welatek bi diz û derewan nayê birêvebirin. Ev welat kirine xanedana xwe., her tiştî li gorî xwe dikin. Welat di vê rewşê de ye, welat niha di destê dizan de ye. Bila demildest hilbijartina pêşwext çêbibe da ku em ji vê rewşê derkevin.”    Abdullah Cengîz jî da zanîn ku her roj her tişt tên bihakirin û got: “Aborî top avêtiye û nîvê Tirkiyeyê hatiye firotin. Mal û milkê cemaweriyê hatiye firotin. Kes nikare heqê kirêya mala xwe bide. Divê demildest hilbijartina pêşwext bibe û desthilatdarî bê guhertin.”    ‘SEDEMÊ BIHABÛNÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER Û DIZÎ YE’    Kenan Şivan jî anî ziman ku sedemê têkçûna aboriyê û bihakirinê polîtîkayên şer û dizî ye û heta ku şer neyê sekinandin dê aborî jî wisa be. Şivan got divê hilbijartina pêşwext pêk were û desthilatdarî bê guhertin û wê çaxê dibe ku tiştên xweş pêk werin.    Îlhan Dogan jî diyar kir ku heta desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser kar be wê aborî ber bi xerabiyê ve biçe û got ku êdî însan nikarin debara xwe bikin.    Ercan Aslanhan jî destnîşan kir ku AKP nikare polîtîkaya aboriyê bi rê ve bibe û got: “Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were. Sedemê têkçûna aboriyê jî hemû şerê li Kurdistanê ye. AKP bi salan e li dijî kurdan şer dike.”    Harûn Toprak jî anî ziman ku ji ber bihabûnê êdî hatiye wê rewşê ew ne dikarin li malên xwe ne jî li derve xwarinê bixwin û xwest demildest têkçûna aboriyê bê sererastkirin û dest ji polîtîkayên şer bê berdan.    ‘DIXWAZIN BI VÊ ABORIYÊ TERBIYE BIKIN’    Abdullah Alabalik jî destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze bi vê aboriya têkçûyî terbiye bike û got: “Divê em li dijî vê polîtîkayê welatê xwe, axa xwe terk nekin. Ji bo ev desthilatdarî demildest bê guhertin pêwîste em biçin hilbijartina pêşwext.”    Kîbar Tunç a dayika 5 zarokan jî anî ziman ku ew bi zehmetiyên debarkirinê re rû bi rû ne û got ku ev desthilatdariya heyî bi şertên heyî yên aboriyê xelkê terk û mehkûmî mirinê dike.