Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin 2024-07-18 08:57:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re Serokê Karên Îdarî yê Serokkomariyê Metîn Kiratli weke endamê AYM’ê hate tayînkirin.    Bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re biryareke nû di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Bi biryarê re Serokê Karên Îdarî ya Serokkomariyê Metîn Kiratli weke endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate tayînkirin.