25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan 2024-07-17 23:52:23   STENBOL - Ji ber pîrozbahiya 1'ê Gulanê 25 jê girtî 30 kes dihatin darizandin. Di danişînê de 25 kes hatin berdan.    Karker û kedkar di 1'ê Gulanê de dixwestin ji Saraçhaneya Stenbolê bimeşin Qada Taksîmê. Polîsan êrişî girseyê kiribû. 77 kes bi hinceta tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûbûn hatibûn binçavkirin. 30 kes hatibûn girtin. Ji van 30 kesan jî 25 kes girtî dihatin darizandin. Danişîna ewil a dozê îro li 44'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    25 kesên girtî û kesên ne girtî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da 25 kesan. Danişînek din taloqî 25'ê kanûnê hat kirin.