Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan 2024-07-17 20:31:34 AMED - Halîl Arslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat berdan.   Halîl Arslan (51) li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtini. Piştî 30 salan hat berdan. Arslan di sala 1994’an de li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê tê girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Amedê wî didarizîne û di encama darizandinê de bi îdiaya xerakirina yekitî û tevpariya dewletê" cezayê muebedê lê tê birîn.    Arslan di van 30 salan de heta niha li girîgehên bajarên Amed, Dîlok, Yozgat, Mereş, Îzmîr, Tekîrdag, Bandirma û Sêmsurê girtî dimîne. Arslan piştî ewqas girtîgeha û 30 salên dirêj ji Girtîgeha Amedê hat berdan.    Malbat û nasên Arslan û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FED'ê bi coş û kêfxweşiyê wî li ber girtîgehê pêşwazîkirin.