DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir 2024-07-17 15:50:12   RIHA - Şaredariya Serêkaniyê, Tesîsa Hilberandina Parkeyên Kilîdkirî ku ji hêla AKP’ê ve hatibû girtin dîsa xist fealiyetê û hilberîn dest pê kir.    Şaredariya Serêkaniyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, Tesîsa Hilberandina Parkên Kilidkirî ku di serdema AKP’ê de hatibû girtin, dîsa xist meriyetê. Tesîs, di sala 2007’an de ji hêla şaredariya di bin rêveberiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de li herêma Kepezê ya navçeyê hatibû vekirin, hemû kevir û parkên di cade û kolanên navçeyê de hatine bikaranîn hilberandibû. Di sala 2014’an de AKP’ê şaredarî bi dest xist û di nava 10 salan de tesîs anî ber girtinê. DEM Partî di hilbijartinên dawî de dîsa bi ser ket û tesîs dîsa xist fealiyetê.    Tesîsa ku hefteya derbasbûyî hemû amadekariyên wê hatin temamkirin, îro dîsa dest bi hilberandinê kir. Tesîs, rojane derdora 500 metrekareyên parkeyan hildiberîne. Piştî raxistin û ziwakirinê, parke ji bo gund û bajarokan tên şandin. Li gorî plansaziya rêveberiya şaredariyê, dê heta zivistanê li tevahiya navçeyê pirsgirêka parkeyê were çareserkirin.