Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan 2024-07-17 14:46:26   AMED - Li navçeya Sûrê avahiya PTT’ê ya dîrokî hate valakirin û hate îdiakirin ku dê ji rantê re bê vekirin. Haber Sen a têkildarî îdiayan daxuyanî da, wiha got: “Dîroka me ne qada rantê ye.”   Endamên Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Posteyê (Haber Sen) li dijî daxwaza veguherîna kafeye ya avahiya PTT’ê ya dîrokî ya li ser Cadeya Balikçilarbaşi ya navçeya Sûr a Amedê li ber avahiya PTT’ê daxuyanî da. Endamên Platforma Şaxa a KESK’ê ya Amedê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dîroka me ne qada rantê ye. Em destûrê nadin ku were pêşkeşkirin.”   Serokê Şaxa Haber-Senê yê Amedê Mehmet Ûlûg bal kişand ku avahiya PTT’ê yek ji avahiyên ku ji aliyê Saziya Perwerdehî, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatiye parastin û wiha got: “Avahiya PTT’ê ya Balikçilarbaşiyê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye ji aliyê Midûriyeta Giştî ya PTT’ê ve bi xebateke geleke veşartî tê meşandin re tê xwestin pêşkeşî hin kesan were kirin. Ji bo PTT’ê li heman kolanê avahiya xizmetê hatiye kirêkirin û tadîlata wê xelas bûye. Hin gotin hatin guhên me ku piştî di demekî kurt de PTT’ê veguhêzin cihê wê dê vê avahiya dîrokî li ser navê rantê bidin kirê.”   ‘DEST JÊ BERDIN’    Ûlûg, da zanîn ku kirêkirina vê avahiya xwediyê girîngiyeke dîrokî ya ji bo rantê “xiyanet e” û ev pirs pirsîn: “Ev îdiayên têkildarî avahiya PTT’ê ya Balikçilarbaşiyê ku ji aliyê UNESCO’yê ve wergirtina Lîsteya Mîrateya Cîhanê rast in? Heke rast bin ev biryar kê dan? Kê ev biryar îmze kirine? Hûn ê rantê bidin kê? Dema we ev biryar girt, we qet guhê xwe da wijdana xwe? Tevî ku li PTT’ê evqas pirsgirêk hene û her ku diçe kûrtir dibin, şûna hûn van çareser bikin hûn ketine pey ya me bidin alîgiran?”   Ûlûg, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Demildest dest ji vê biryara xwe berdin. Dest nedin avahiya PTT’ê ya şahidînî li dîrokeke mezin kiriye û wergirtine Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê. Wê dîrokê ji holê ranekin. Em ê weke Haber-Sen’ê vê mijarê bişopînin û destûrê nedin ku ev avahiya dîrokî ya 184 salan ji holê bê rakirin.”