Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran 2024-07-17 09:24:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran.    Li gorî rapora rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, dê gelemperiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biewr be. Tê payîn ku li hinek bajaran jî baraneke zêde bibare.    Tê texmînkirin ku li derdora bajarên Artvîn, Erzirom, Qers, Erdexan, Bolu, Çankiri û bakurê Enqereyê barîneke zêde bibare.