Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand 2024-07-16 10:32:25   ÊLIH - Sare Kaya a 59 salî ku 15 rojan li Bilexşê di dorpêça leşkeran de ma û li ser îtîraza dozgeriyê hate girtin, di tevahiya jiyana xwe de li dijî polîtîkayên zext, îşkence û koçberkirinê têkoşiya.    Di 22’yê hezîranê de li gundê Bilexşê yê navçeya Kercews a Êlihê operasyona leşkerî hate destpêkirin û di 6’ê tîrmehê de bi dawî bû. Gundê Bileşxê bi rojan di dorpêçê de ma û di encama serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin. Tevahiya welatiyên bi lêdanê hatin binçavkirin, di 9’ê tîrmehê de hatin berdan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di 13’ê tîrmehê de îtîraz kir û li ser îtîrazê, Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Yûsûf Bolek (68),  Zubeyîr Şîmşek (41) û keyayê gund Mûrat Gelîr (24) hatin girtin. Abdulcelîl Gîtmez û Yuksel Gîtmez jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    JI MALBATA WÊ 3 KES HATIN QETILKIRIN    Sare Kaya ku 15 rojan di dorpêçê de ma û di 13’ê tîrmehê de hate girtin, ji salên 90’î heta niha rastî zexta dewletê tê. Di salên 90’î de piştî şewitandina gund tevî malbata xwe neçar ma ku koçî Nisêbîn a Mêrdînê bike. Birayên Kaya, Mecît û Hemdîn li Nisêbînê ji hêla hêzên kontrayê ve hatin qetilkirin. Tiyê Kaya jî li Êlihê di êrişa hîzbîkontrayê ve hate qetilkirin. Zarokekê Kaya ji ber zext û zordariyê tev li PKK’ê bûye. Piştî zêdebûna zexta li Nisêbînê, malbata Kaya di salên 200’î de koçî navenda Êlihê kirin. Malbat heta demekî li vir ma û 4 sal berê jî dîsa vegeriya gundê xwe Bilexşê.    ‘EV 40 SAL IN RASTÎ TUNDIYA DEWLETÊ TÊ’    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Kamîle Şîmşek, qala tiştên biraziya wê Kaya kişandin kir. Şîmşek, da zanîn ku Kaya tu caran li dijî polîtîkayên îşkence, koçberkirin û komkujiyan paşvegav neavêtiye û ev tişt anî ziman: “Tu eleqeya wan bi bûyerên qewimîn re nînin lê dîsa jî hatin binçavkirin. Piştre hatin berdan. Lê li ser fermanê dîsa hatin girtin. Hema hema tevahiya gund hate binçavkirin û girtin lewma li gund niha tu kes tune ye. Berhemên çandiniyê û heywan niha bêxwedî mane. Ev mirov ev 40 sal in rastî tundiya dewletê tên. Hêj malbatê xweşî bi xwe nebiriye. Nexweşiyên wê yên şekir û tansiyonê hene. Tevî ku kal û nexweş bû jî hate girtin.” Şîmşek, wêneyê di dema binçavkirinê de nîşan da û got: “Ev wêne ji bo dewletê şermekî mezin e.”    MA / Fethî Balaman