Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin 2024-07-15 20:48:15   STENBOL - Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan û Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay serdana Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû kirin.      Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Hevseroka Şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay ji bo hin hevdîtinan bikin çûn Stenbolê. Zeydan û Uzunay serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû kirin. Serdan li avahiya şaredariyê ya li Saraçhaneyê pêk hat  û Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di serdanê de amade bû.      Di hevdîtinê de şaredaran hev pîroz kir. Hevdîtin di atmosferek ji dil de pêk hat. Hevşaredar Zeydan spasiya Îmamolgû kir ku di dema xwepêşandanên li Wanê de piştevaniya xwe eşkere kiribû.    Hevşaredar Zeydan û Uzunay, Îmamoglû vexwendin Wanê û gotin ew ê gelek kêfxweş bibin ku serokşaredar li meqamên xwe pêşwazî bikin.    Îmamoglû jî got ew keysê lê bibîne wê serdana Wanê bike.