Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan 2024-07-15 20:11:27   AMED - Ekolojistan li Amedê diyar kirin ku ew ê destûr nedin pêşniyarqanûna ku ajalan ango heywanan bikuje û gotin: "Pêşniyarqanûn ku wê heywanan bikuje di hişê xwe de jî derbas nekin."     Komîsyona Mafê Heywanan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê têkildarî bi pêşniyarqanûna ku der barê kuştina heywanan tê amadekirin, li Parka Rojava daxuyanî da. Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankart û dovîzên ku mafên heywanan diparêzin hatin vekirin.    Endama Komîsyona Mafên Hewyanan a Komeleya Ekolojiyê Semra Mamûk daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî pergala ku komkujiyan pêk tîne rabin û got: "Em ê destûr nedin vê pêşniyarqanûna we ku heywanan dikuje. Vê pêşniyarqanûnê di hişê xwe de jî derbas nekin." Mamûk bang li her kesî kir ku li ber vê pêşniyarqanûnê û komkujiya heywanan rabin û xwest ku ev pêşniyarqanûn paş de bê vekişandin.    Hevşaredr Serra Bûcak jî li ser pêşniyarqanûnê axivî û nerazîbûn nîşanî plana kuştina heywanan da.