Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya 2024-07-15 15:33:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Erecî bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiya.    Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, di derbarê serdana Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ya ji bo Silêmaniyê de daxuyaniyek weşand. Hate ragihandin ku Qasim Erecî di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiya ye.   Her wiha hate diyarkirin ku di civînê de qala hemahengiya ewlekariyê ya di navbera Bexda û Herêmê de hate kirin.   DÊ ÊRIŞAN LÊKOLÎN BIKIN   Tê diyarkirin ku şande dê sewqiyata leşkerî ya dewleta tirk a di nav sînorên Dihokê de, avakirina noxteyên kontrolê ya li ser rêyên bingehîn û êrişan lêkolîn bike. Heman şandeyê duh li Hewlêrê têkildarî êrişên dewleta tirk serdan kiribû.