Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye 2024-07-15 12:15:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî, bi şandeya paye bilind a pê re ji bo ku têkildarî êrişên dewleta tirk hevdîtinê bike derbasî Silêmaniyê bû.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Têkildarî êrişan Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî di rojên derbasbûyî de cara ewil wiha got: “Em ê tacîz û îhlalkirina Tirkiyeyê ya li ser axa me qebûl nakin.”   Li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, di 11’ê Tîrmehê de şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî,  ji bo rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê, êriş, dagirkerî û leşkerkêşan û avakirina xalên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, serdana Hewlêrê kiribû.     Piştî hevdîtinên li Hewlêrê Erecî û şandeya paye bilind a pê re derbasî Silêmaniyê bûn.