Li Mûsilê gora komî hate dîtin 2024-07-15 11:10:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Di goreke komî ya li Mûsilê de hestiyên 139 kesên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin hatin dîtin.  Goreke komî ya li Kora Elî Enter a li Til Eferê ku 70 km’an dikeve rojavayê Mûsilê hate vekirin û hestiyên 139 kesan hatin dîtin. Hat zanîn ku ev cih ji hêla DAIŞ’ê ve weke gorê komî dihat bikaranîn. Nayê zanîn ka çend cenaze di gorê de hene, lê lêkolîn û lêgerîn berdewame. Li gorî agahiyên rayedaran ji medya Iraqê re ragihandî, hestî û bermayên 139 kesan ji gorê hatine derxistin.   Tê îdîakirin ku kesên ji gorê hatine derxistin êzidî, tirkmenên şîe û karmendên hêzên ewlehiyê yên Mûsilê ne.   Ji Wexfa Şehîdan a Iraqê Ehmed Esadî ragihand ku cenaze nehatine veşartin tenê avêtine çalên ku kurahiya wan di navbera 12 û 42 metreyan de. Esadî her wiha da zanîn ku beşek ji qurbaniyan bi gulebaranê hatin kuştin û beşa din jî stuyê wan hatiye birîn, hatine dîtin.   Cenazeyên ji Kora Elî Enter hatin derxistin ji bo tespîtkirina nasnameyan bi testa DNA’yê şandin saziyên tiba edlî. Gora komî ya Kora Elî Enter piştî ku di sala 2017’an de herêm careke din ji destê çeteyan hate derxistin hate dîtin lê xebatên derxistina cenazeyan di gulana îsal de dest pê kir.