Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye 2024-07-15 09:55:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Liv û tevgera leşkerî ya zêde ya dewleta tirk a li navçeya Amediyeyê didome.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Dewleta tirk şevê din gelek wesayîtên zirxî sewqî navçeya Amediyeyê ya Dihokê kir. Di heman demê de bi dehan kamyonan jî di sewqiyatê de cih girt.