Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan 2024-07-15 09:11:03 ŞIRNEX - Derket holê ku ji ber bariyerên çavmark ên di serdema qeyûm de li dora avahiya xizmetê ya Şaredariya Cizîrê hatine bicihkirin, gelek çûk mirine.    Derket holê ku ji ber bariyerên çavmark ên li dora avahiya xizmetê ya Şaredariya Cizîrê ku di sala 2017’an de dest bi çêkirina wê kirine hatine bicihkirin, gelek çûk mirine. Di serdema qeyûmê demê Davût Sînanoglû de, li ser û binên camên avahiya şaredariyê, dora avahiyê û li ser hesinên di ketina avahiyê de bariyerên çavmark hatin bicihkirin.    Bariyerên çavmark ên ji plastîka hişt tên çêkirin, bi demê re bûn sedemê mirina gelek çûkan. Li dora avahiya şaredariyê gelek çûk mirî hatin dîtin.    Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist, da zanîn ku dê bariyerên dibin sedema mirina çûkan rakin.