'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin' 2024-07-15 09:03:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî ê diyar kir ku PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin, anî ziman ku gefa kuştinê li kesên ku vê yekê qebûl nakin dixwin û wiha got: “Bila bizanibin ku ev êriş wê me nedin sekinandin, em ê çiraya heqîqetê geş bikin.”   Êrişên dewleta tirk ên hewayî ji sala 2014’an vir ve hatine destpêkirin bênavber didomin. Di êrişên hewayî de heta niha gelek pêşeng, rojnameger û siyasetmedaran di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî dewleta tirk di 8’ê tîrmehê de bi Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) li Şengalê wesayîteke ku xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê tê de bûn hedef girt û di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Di êrişê de 3 kesên ku ji heman malbatê bûn û di rê de derbas dibûn jî birîndar bûn.    Yek ji rojnamevanan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Heta niha li Şengalê di encama bombardimanan de gelek rojnameger birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Rojnamegerên ku di bin şert û mercên herî giran de dixebitin her tim di hedefê de ne. Rojnameger Îbrahîm Êzidî der barê êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran pêk hatî de ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    ‘ROJNAMEVANAN DI FERMANÊ DE PLANÊN WAN PÛÇ KIRIN’    Rojnameger Êzidî anî ziman ku kî li ku derê ji bo azadiya gelên bindest têbikoşe di hedefa serdestan de ye û wiha axivî: “Di serîde di şexsê Hevalê Mirad de em tevahiya şehîdên çapemeniya azad ku canê xwe ji bo heqîqetê fedakirine bi bîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan dubare dikin. Kî ne li gorî berjewendiyên dijmin û desthilatê tevbigere di hedefê de ye. Çapemeniya Azad ne ji îro ji dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê heta niha di hedefê de ye. Dema ku her kesek ji Şengalê direviya wê demê ciwanên Êzidî xwe di bin banê ragihandina azad de rêxistinkirin û di serîde rastiya fermanê, civaka êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê dan xuyakirin û Çapemeniya Azad hêza civaka êzidî nişan da.  Endamên me yên ragihandinê ne di bin serweriya hêzên desthilatdar de ne, herdem li kêleka gel xebitîne. Lewma gelek caran bi rêbazên cuda li ser hevalên me êriş pêk hatine. Di dema fermanê de ragihandinê gelek planên dijmin pûç kirin. Lewma hêzên ku dixwazin êzidiyan qir bikin di serîde ragihandin kirin hedef û xwestin ku ev qada ragihandinê tesfiye bikin. Lê me tu caran bi paş ve gav ne avêtiye û em ê tu carî neavêjin jî. Em ê çiraya heqîqetê geş bikin û karê xwe berfireh bikin.”    ‘HIQÛQA NAVNETEWÎ BIN PÊ DIKIN’   Rojnameger Êzidî da zanîn ku heta niha 20 caran xebatkarên çapemeniyê rastî êrişên hewayî hatine û wiha got: “Heta niha 20 caran êrişî xebatkarên çapemeniya azad ên dema ku li ser kar in hatiye kirin. Îro hikûmeta Iraqê, PDK û MÎT hiqûqa navnetewî bin pê dikin. Ev êriş carna bi balafirên şer, SÎHA û bi guleyan rast e rast pêk hatine. Di encamê de bi dehan hevalên me şehîd û birîndar bûne. An ku ev êrişên li ser me pêk tên mîna ku em hêzek leşkerî bin dijmin wisa nêzî me dibin. Lê me her tim  bi exlaqê ragihandinê, qanûnên rojanmegertiyê karê xwe daye meşandin. Wê bi van êrişan nikaribin karê me bidin sekinandin.”   ‘GEFA KUŞTINÊ LI ROJNAMEGERAN DIXWIN’    Rojnameger Êzidî destnîşan kir ku rojnamegerên ku li Şengalê dixebitin tevî êrişên hewayî di heman demê de rastî gefan jî tên û ev tişt got: “Yek ji  xalên din ku em balê bikşînin ser ew e ku di van salên dawî de ji bo ku hevalên me dest ji kar berdin gelek gef li wan hatine kirin. Şerek taybet li ser hevalên me tê meşandin. Bi taybetî jî ji aliyê dezgehên Parastinê ya PDK’ê û MÎT’a dewleta tirk ve gelek caran bi rêya telefona gef li hevalên me hatiya xwarin û teklîfa sîxurtiyê li hevalên me hatiye kirin. Piştî ku hevalên me ev teklîf qebûl nekirine ji aliyê MÎT'ê ve gefa kuştinê li hevalên me hatiye xwarin. Lê jiber ku em lîstikên dewleta tirk û PDK’ê baş dizanin û em wan ne ji niha ve ji dîrokê nas dikin me ew cidî negirtine û em nagirin jî. Em dizanin ev êrîş ne ji hêza wan ji qelsbûna wan tê. Em dibêjin em ê  li hemberî her planeke ku berjewendiyên civaka me têxe metirsiyê de em ê bêdeng nemînin û hemû planên piştperdeyê bidin xuyakirin. Hemû êrîşên li ser me pêk hatine bi belgekirîne û bi raya giştî re hatine parvekirin. Lê mixabin di serîde hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî xwe ker û lal kirine. Hikûmet bi erka xwe ranebûye û her dem piştgirî dide planên qirkirinê yên li dijî êzidiyan.”    ‘DI DEMA VEGERAN DE EV ÊRIŞ NE RASTHATINEK BÛ’   Rojnameger Êzidî, bi lêv kir ku li gel vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve êrişeke bi vî rengî ne rasthatinek bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hedef girtina hevalan êrişeke plankirî bû, bi taybetî jî  di dema vegera gel de xwestin wisa bidin xuyakirin ku Şengal ne cihekî ewle ye. Lê gelê me jî dît ku cihê herî ewle Şengal e. Bi vê fikirandinê gelê me ev êrîş pûç kir. Rast e hevalê me Mirad şehîd ket lê em dizanin ku karkirin û ragihandina heqîqetê ya gelekî bindest re bêbedel nabe. Em ji berê heta niha ji vê rewşê re amade ne. Em ê rastiya gelê xwe ragihînin û em ê ji bo gelê xwe bixebitin. Em ê bi şopandina rêya hevalên xwe bersiva herî xurt bidin êrişkaran. Heke em berê xwe bidinê ne tenê li Şengalê li her derê hevalên me tên hedefgirtin, mînaka herî berçav jî rojnamegerên li bakûrê Kurdistanê ne. Bi dehan hevalên me li Bakûr ji aliyê dewleta qirker ve hatine girtin, ji ber ku hevalên me rastiyê radigihînin di hedefa wan de ne. Li başûrê Kurdistanê û taybet herêma Behdînanê siyaseta ku AKP li Tirkiyeyê dide meşandin PDK’ê jî li Başûr dide meşandin û rojnamevanan desteser dike.  Wekî din ji ber ku destê wan nagihije Mexmûr, Şengal û Rojava li van herêman êdî bi rêya balafiran rojnamevanan dikin hedef.”