Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin 2024-07-15 08:44:12   COLEMÊRG - Cenazeyê endamê HPG’ê Taner Ogmen ê li navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Geverê bi awayekî girseyî hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) ê pêr li navçeya Kerboran a Mêrdînê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, piştî karûbarên teşhîskirinê radestî malbata wî hate kirin û malbatê cenazeyê kurê xwe ber bi navçeya Gever a Colemêrgê ve bir. Cenazeyê ku ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hate wergirtin, duh bi şev gihişt Geverê.    Polîsan destûr nedan ku cenazeyê Ogmen li mizgeftê bê şûştin. Piştî ku malbatê bi derfetên xwe cenaze şûştin, cenazeyê kurê xwe li goristana Bajêrge ya li taxa Akalin veşart. Bi sedan kes tev li merasîma cenazeyî bûn. Di merasîma cenazeyi de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.