Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer 2024-07-15 08:30:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer a barîna barana zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya texmînên hewayî ya rojane aşkere kir. Li gorî vê ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer hate kirin.    JI BO 6 BAJARAN HIŞYARIYA BIKODA ZER   Tê payîn ku li derdora Erzirom, Qers, Erdexan, Gumuşhane, Baybûrt û başûrê Artvînê barîna barana zêde piştî nîvro bandora xwe zêde bike û heta êvarî bi navber bidome. Meteorolojiyê li dijî neyîniyên weke rabûna lehiyê, birûsk, gijlok, bayê zêde û bahoza dem kurt hişyar kir ku bi baldar û bitedbîr bin.    HIŞYARIYA BI KODA ZER   Potansiyela rewşa hewayî xetere ye. Her çiqas bûyera meteorolojiyê ya tê texmînkirin ne awarte be jî, divê têkildarî çalakiyên ku di bin bandora şert û mercên meteorolojiyê de ne hişyarî bê dayîn.