Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn 2024-07-14 19:32:43   MÛGLA - Li Marmarîsê di kelekeke geştê de ji nişka ve şewat derket, 39 kesên di kelekê de hatin xelaskirin, 4 kes birîndar bûn.    Li navçeya Marmarîs a Mûglayê li peravên Amazonê di kelekeke geştê ya 20 mîtroyî de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Qismekî kesên di kelekê de xwe avêtin avê, qismek jî bi alîkariya botên ji derdorê û tîmên Ewlehiya Peravê yên hatin ve hatin xelaskirin.    Ji keleke şewitî 39 kes hatin xelaskirin û ji nava wan 4 kesên hin cihên laşê wan dişewitîn jî bi ambûlansê birin nexweşxaneyê. Mudaxileyî keleke şewitî hate kirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.