Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin 2024-07-14 18:05:18 WAN - 3 ciwanên ku ji ber germê ketin golê winda bûn. Ji ciwanan cenazeyên Muslum Ulgen û Serhat Elçî hatin dîtin. Ramazan Babat ê hate rizgarkirin jî birin nexweşxaneyê.    Li Wanê ciwanên bi navê Muslum Ulgen, Serhat Elçî û Ramazan Babat ji ber germa bandora xwe li Wanê jî nîşan da nêzî Girava Çarpanak a li navçeya Tûşbayê ketin golê. Her sê ciwan piştî demekî kurt ku ketin golê ber bi avê ketin û winda bûn. Piştî ku kesên derdorê ciwanên ber bi avê ketin dîtin, Navenda Banga Lezgîn a 112’yê agahdar kirin. Li ser vê yekê tîmên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ewlehiya Peravê, AFAD û polîsên behrê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin herêmê.    Tîman, bi kelek û botan xebatên lêgerînê dan destpêkirin, noqavan li herêma ku her 3 ciwan winda bûn heta 25 mîtroyan ketin binê golê. Di xebatan de her wiha Robotê Bin Avê yê Bêmirov (ROV) jî hate bikaranîn. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên Ulgen û Elçî hatin dîtin û Babat jî hate rizgarkirin û ew birin nexweşxaneyê.    Cenazeyên Ulgen û Elçî ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK).