Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn 2024-07-14 17:35:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di salvegera 42’yemîn a mirina xwe de hatin bibîranîn.    Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5’an a Amedê li dijî îşkence û pêkanînên dijmirovî qadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek “Rojiya Mirinê ya Mezin” dabûn destpêkirin. Bi boneya 42’yemîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” berxwedêr hatin bibîranîn.    RIHA    Li Rihayê têkildarî 14’ê Tîrmehê panel hate lidarxistin. Gelek kes tev li panela ku ji aliyê Hewldana 78’an, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin bûn. Li eywana ku panel lê hate lidarxistin wêneyên kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Nîhat Şahîn di panelê de axaftineke kurt kir.    ‘BERXWEDANA MEZIN BI PAŞ VE GAV DA AVÊTIN’     Nûnerê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Alî Artûk ê di panelê de axivî, anî ziman ku pêvajoya ku ber bi “Rojiya Mirinê ya Mezin” ve çû bi darizandinên doza PKK’ê dest pê kir. Artûk, da zanîn ku piştî biryara Mehmet Hayrî Dûrmûş 4’an dest bi greva birçîbûnê kir û bi taybetî jiyana Kemal Pîr ê ji nêz ve nas dikir û helwesta wî vegot û ev tişt gotin: “Dema Esat Oktay Yildiran li girtîgehê bû ji me re got ku ‘Dema hûn ji vir derketin hûn ê bên rewşeke ku nikarin biçin nava mirovan’. Hewl didan girtiyan bikin kesên bêkarakter. Lê asta çalakiya li girtîgehê hate destpêkirin heta derve belav bû.”   ‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ DESTNÎŞAN KIR’     Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek jî diya kir ku berxwedana 4’an ji bo têkoşîna azadiya kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Îro hêj li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Di serî de birêz Ocalan divê em ji bo azadiya hemû girtiyan têbikoşin. Em ê bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ têbikoşin.”   Berdevkê Giştî yê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê pişt re axivî, bi bîr xist ku îşkenceyên dermirovî yên li Girtîgeha Amedê hatin pêkanîn li gelek welatên cîhanê bûn mijara lêkolînê, li ser navê wê belgefîlm û fîlm hatin kişandin. Can, wiha domand: “Pratîka Girtîgeha Amedê ji bo ku tevgera siyasî ya kurd di dîrokê de ji holê rakin bû. Ev pêkanîn li dijî rêberê tevgerê û tevgera ku gelê kurd veguhêze ser dika dîrokê dihate kirin. Me îro ji Abdullah Ocalan re hevrêtiyeke baş nekir. Ev rastiyeke. Ew li bendê ye ku em hevrêtiyeke baş bikin.”   Panela ku bi pirs û bersivan berdewam kir, piştî nîşandana sînevîsyonê bi dawî bû.