Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin 2024-07-14 17:10:18   ÎZMÎR - Li Konakê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qeçaxa ceyranê ku 2 kes ji ber mirin, ji 29 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hate dayîn 15 kes hatin binçavkirin.    Li Alsancak a Konak a Îzmîrê dema barîna baranê de ji ber qeçaxa ceyranê Ozge Ceren Denîz û Înaç Oktemay jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina wan de hatiye dest pê kirin, ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin.     Hate ragihandin ku kesên din ên hatine binçavkirin midêrên şaxê, endezyarên kontrolê, personelên şîrketa taşeron û endezyarên kontrolê yên GDZ Elektrîk A.Ş.’yê ne. Hate zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de Serokê Daîreya Qenalîsazyonê ya ÎZSÛ’yê B.K., Midûrê GDZ Elektrîkê yê Herêma Egeyê û Rayedarê Operasyonê A.S. û rêveberê kargehê K.A.F. jî hene.