Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn 2024-07-14 16:00:10   AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di panele pirsgirêkên astengdaran dihat nîqaşkirin de axivî û got ku dê “Serokatiya Daîreya Astengdaran” ava bikin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên welatiyên astengdar û pêşniyarên çareseriyê, panela “Di rêveberiyên herêmî de polîtîka û sepanên astengdaran” li dar xist. Panel li Navenda Kongre û Çandê hat lidarxistin. Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatîce Betul Çelebî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û Pisporê Perwerdeya Taybet Firat Keser weke axêver tev li panelê bûn. Moderatoriya panelê ji hêla Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ve hate kirin.    HATUN: ÇIKAN KARARLAR TALİMAT OLACAK   Hevşaredar Dogan di destpêka panelê de axivî û got ku hewl didin tevî gel û saziyan pirsgirêkan tespît bikin û bi hev re çareseriyan pêş bixin. Hatun, anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li bajar dijîn çareser bikin. Hatun, got ku encama ji panelê derdikeve dê ji bo wan weke fermanê be.    BUCAK: EM DIXWAZIN BIBE HERÊMA PÎLOT   Hevşaredar Serra Bucak jî diyar kir ku dema bajar tên dîzaynkirin astengdar tên paşguhkirin û di qada cemaweriyê de jî jinedîtî ve tên. Bucak, anî ziman ku astengdar ji cihêkariya tê kirin para xwe digirin, jiyana wan zehmettir dibe, ji xizmetê bêpar tên hiştin û got ku divê rêveberiyên herêmî li dijî vê têbikoşin. Bucak, da zanîn ku dema plansaziya stratejîk a 5 salên pêşiya me amade dikin, li nêrînên astengdaran jî guhdarî kirine, ji bo astengdar bibin kesayetên çalak dê modêleke mînak ava bikin û ew dixwazin Amed ji gelek aliyan ve bibe herêma pîlot û ji bajarên Tirkiyeyê re bibe mînak.    XEBATÊN DÊ BÊN KIRIN   Bucak, bi domdarî anî ziman ku ji bo avakirina serokatiya daîreya astengdaran gav avêtine û wiha pê de çû: “Ji hêla polîtîkayên civakî ve ji bo hundirê were tijekirin me xebat dane destpêkirin. Ji bo avakirina serokatiya daîreya astengdaran, astengiya kadroya norm rabû. Heke kadroya normê neyê vekirin jî dê me plana xwe ya alternatîf bixista meriyetê. Helbet divê li daîreyên din jî bên îstîhdamkirin. Em ê di nava personelên xwe û di nava civakê de xebatên guherînê bidin destpêkirin. Ji bo daneyên bitendurist, em ê xebata diyarkirina hejmara astengdarên bajar bimeşînin. Lê pirsgirêkên me yên cidî hene. Veguhestina komelî yek ji pirsgirêkên esasî ye. Me ev pirsgirêk bi xwe re ne aniye. Encama polîtîkayên qeyûm in. Ji bo astengdaran tev li xebatên civakî û çandî bikin binesaziya me têr nake. Lê em ê tavilê dest bi çêkirina wê bikin.”    ÇELEBÎ: EM XWEDÎ HEMAN MAFAN E   Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî jî got ku astengdar parçeyeke civakê ne û divê zimanê li dijî wan cihêkar nebe. Çelebî ji her kesî xwest ku li dijî gotinên bênirxkirinê yên li dijî astengdaran têbikoşin. Çelebî, wiha got: “Weke mînak gotina ‘xwişk-birayên me yên astengdar’, ev gotineke bênirxkirinê ye. Astengdar jî xwedî heman mafan e û hemwelatiyên wekhev ên civakê ne. Ji bo parastina mafên astengdaran hewce nake mirov astengdar be.”   Çelebî, têkildarî pirsgirêkên astengdar dijîn û rêbazên çareserkirinê agahî dan. Pisporê Perwerdeya Taybet Firat Keser jî bi sernavê “Di rêveberiyên herêmî de polîtîka û sepanên ji bo astengdaran: Ji YE û Tirkiyeyê mînak” pêşkeşvanî kir. Keser, bi rêya dîmenan mînak da û sepan û xebatên jiyana astengdaran hêsan dikin nîşan da.    Panal bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.