Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome 2024-07-14 15:35:54 STENBOL - Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de axivî û wiha got: “Heta ku tecrîd tê rakirin dê têkoşîn û çalakiyên me bidomin.”    Bi pêşengtiya xizmên girtiyan û di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya marmarayê (MATUHAY-DER), Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.    Koma ku bi çepik û tililiyan meşiya pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.    ‘HETA KU TECRÎD RADIBE DÊ ÇALAKÎ BIDOME’    Fînce Akman ku kurê wê Yakup Akman li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin di çalakiyê de axivî. Akman, diyar kir ku kurê wê yê demek berê ji ber xwarinê jehrî bûbû niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Akman, xwest ku her kesên xwedî wijdan bertekê nîşanî van tiştên li girtîgehan diqewimin bidin.    Piştre jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û beşdaran li çepikan xistin. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî di çalakiyê de anî ziman ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîn û çalakiyên wan bidomin.