Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin 2024-07-14 14:44:50   AMED - Ji ber êrişên çekdarî û bombeyî yên li dijî 2 kafeyên li Amedê 3 kes hatin girtin.    Kesên bi navên V.G., U.Y. û G.Ç. ku di 11’ê tîrmehê de li Taxa Camîr Kebîrê bi çekan û bombeyên deng êrişî 2 kafeyan kiribûn hatin girtin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her sê kes ji ber sûcên “Gefxwarin” û “Zirardayîna mal” hatin girtin.