Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne 2024-07-14 11:02:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Tevgera Bedirê Hadî Amîrî xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.    Serokê Hevpeymaniya Nebnî û Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî di salvegera kuştina Ebu Muntezir Mihemedawî de peyamek belav kir. Amirî di peyama xwe de behsa êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Herêma Federe ya Kurdistanê kir û got ku destûra Iraqê rê nade dewleta tirk ku tu hêzeke xwe li ser xaka Iraqê bicih bike û êriş bike.   Bi domdaî Amirî ragihand ku heya ku dewleta tirk hêzên xwe ji nav xaka Iraqê venekişîne, wê ti peywendiyek wan bi dewleta tirk re çênebe û ev tişt anî ziman: “Binpêkirinên li ser serweriya Iraqê nayên qebûl kirin. Pêwîste hevpeyman û dewleta tirk hêzên xwe ji nav xaka welatê me derbixin.”