Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir 2024-07-14 09:04:36   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li bûyerên xeniqandina di Çemê Dîcleyê de bigire tîmek avjeniyê wezîfedar kir û ev tîm her roj li derûdora çem nobedê digire.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi demsala havînê re bûyerên xeniqandinê jî zêde bûn. Zarok û ciwanên ji ber hewaya germ diçin ber çem û ji bo hênik bibin dikevin Çemê Dîcleyê lê piraniya caran ji ber vê sedemê bûyerên xeniqandinê diqewimin. Kaneyên xîz ê ku li ser çem tên çêkirin rêya avê xera dikin û dibe sedema ku gol çêbibin û ev jî rê li ber xeniqandinan vedike.    Li Cizîrê di nava 3 mehan de 4 bûyerên xeniqandinê pêk hatin û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku gelek caran bûyerên xeniqandinê diqewimin, Şaredariya Cizîrê li ser çem tîmên avjaniyê peywirdar kirin û hewl dide pêşî li bûyerên xeniqandinê bigire. Tîmên avjaniyê ku her roj ji bo ewlehiya çem di nobede de ne bang li malbatan kirin ku ji bo zarokên wan nekevin çem baldar bin.     'DIVÊ MALBAT BALDAR BIN'   Ji tîma avjeniyê Mehmet Ecevît ê 9 sal in avjaniyê dike bi lêv kir ku Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li bûyerên xeniqandinê bigire ev cara yekem e tedbîrên wiha digire û got: “Bi gelemperî zarok tên vir û dikevin çem. Tevahiya rojê em li dora çem digerin û zarokên li ber çem hişyar dikin. Em tedbîrên bi vî rengî digirin ku di bûyera xeniqandinê de demildest mudaxile bikin. Divê malbat jî di vê mijarê de baldar bin. Divê zarokên xwe bi tena serê xwe neşînin çem. Di salên dawî de bûyerên xeniqînê zêde bûne. Divê welatiyên me jî baldarbin û bi tevdîr tevbigerin."    Ji tîma avjeniyê Hasan Çetik jî diyar kir ku ew tevahiya rojê ewlekariya çem diparêzin û got: “Em tevahiya rojê di çem de ne ku pêşî li bûyerên xeniqînê bigirin. Hem malbat û hem jî welatiyên me divê li hember zêdebûna bûyerên xeniqînê baldar bin."