Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin 2024-07-13 21:48:37   ÊLIH - Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê 9 kesên piştî operasyona leşkerî hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, li ser îtîraza dozger hatin girtin.    Li gundê Bilêxşê yê navçeya Kercews a Êlihê di 22’yê Hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di 6'ê Tîrmehê de bi dawî bibû. Bi rojan gund di bin dorpêçê de mabûn û bi ser gelek malan de hatibû girtin. 11 kes hatibûn derbkirin û binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Li ser îtîraza dozger 11 kes dîsa hatin binçavkirin.   Ji 11 kesên hatin binçavkirin Emîne Kaya (54), Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Yusuf Bolek (68),  Zubeyir Şimşek (41) û keya Murat Gelir (24) hatin girtin. Abdulcelîl Gîtmez û Yuksel Gîtmez bi şerta kontrola edlî hatin berdan.