Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş 2024-07-13 21:43:56   ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li şeredariya Colamêrgê, meş li dar xist. Piştî meşêli ber deriyê şeredariyê konserek hat dayin.     Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li Şeredariya Colamêrgê li navçeya Cizîrê meş li dar xist. Girseya ku ji rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partî, Hevşeredarên Şeredariya Cizîrê û Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez pêkdihat li ber deriyê avahiya DEM Partî ya Cizîrê heta li ber deriyê Şeredariyê meşiyan.    Girseya ku pankarta li ser "Şeredariyên me ne em destur nadin xaspê" dinivisî hilgirtin bi çepik û dirûşmeyên, "Bijî berxedana Colamêrg", "Şeredariyê me ne", "Bijî berxwedana gelê kurd" heta ber deriyê şeredariyê meşiyan.    'HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'   Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ku di daxuyaniya ku li ber deriyê şeredariyê hat dayin de axivî, bi lêv kir ku gelê kurd li dijî qeyûman li ber xwe dide û ev tişt gotin: “Em li vir dibêjin ku divê desthilata AKP-MHP’ê dawî li van pêkanînan bîne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Sepanên keyyum li dijî hiqûqiyê û em rewa nabînin. Rêxistinên sivîl û partiyên muxalefetê jî bertekên xwe yên li dijî qeyûman anîn ziman. qeyûman ji bilî talan û pişaftinê tiştek nekir. Em ê heta dawiyê li dijî zîhniyeta qeyyum heta dawiyê li berxwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin."   Piştî axaftina Îrmez, girse derbasî ber deriyê Şeredariyê bûn û li wir bi guhdar kirina konsera ku hat dayin çalakiya xwe ya li dijî sepanên qeyûm domandin.