Rojnamevan Topaloglû hat girtin 2024-07-13 20:11:40   STENBOL - Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku 4 roj bûn di binçavan de bûn, hatin girtin.    Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku di 10'ê Tîrmehê de li Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin.    Topaloglû hevalê wî Savaş ku gava li derve bûn hatin binçavkirin û polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Gava Topaloglû li midûriyeta polîsan di binçavan de bû, polîsan avaêt ser mala wî ya li Stenbolê. Di lêgerîna li malê de komputera Topaloglû hat desteserkirin. Topaloglû kui 4 rojan li midûriyeta polîsan hat girtin, der barê dosyeya wî de biryara veşarî hat dayîn.    Topaloglû û hevalê wî Savaş piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji Topaloglû îdiayên di dosyeyeke wî ya berê de hatin pirsîn. Topaloglû û Savaş, piştî îfadeya li dosgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin.   Dadgehê der barê Topaloglû Savaş de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.