Li Sîlopiyayê mirineke biguman 2024-07-13 18:47:14   ŞIRNEX- Li bajara Bespîn a Sîlopiyayê jina bi navê Besna Otleş bi awayekî biguman jiyana dest da.    Li bajaroka Bespîn a Sîlopiya ya Şirnexê bi navê Besna Otleş li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê yên hatin mala wê tespît kirin ku Besnayê jiyana xwe ji dest daye. Cenaze, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Hat îdiakirin Otleşê xwe kuştiye.    Hat hînkirin ku Otleş zewicandî bûye û sê zarokên wê hebûne.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.