3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin 2024-07-13 13:57:58   AMED - Li navçeya Sûrê şeva 11’ê tîrmehê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin.    Li taxa Camî Kebîr a navçeya Sûra Amedê şeva 11’ê tîrmehê li dijî du cafeyan êrişa çekdarî û bombeya deng hatibû kirin. Hat zanîn ku V.G., U.Y. û G.Ç. yên ku êrişê pêk anîne hatine binçavkirin û karûbarên wan ên binçavkirinê didome.