Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin 2024-07-13 12:56:33   RIHA - Li navçeya Serekaniyê ya Rihayê A.R. ê ku hat binçavkirin got: “Polîsek di binçavan de ji min re got, ‘çi karê te li partiyê heye, biçe bi keçikan re bigiere’. Polîsek jî Sirûda Îstîklalê anî û xwest bi min bide xwendin.”    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ciwanê bi navê A.R. (21) duh êvarê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsa destê wî ji pişt ve kelemçe kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Li vir îfadeyên A.R. hatin girtin û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal jê hatin pirsîn. A.R. piştî îfade da hat berdan.    A.R. destnîşan kir ku polîsekî bi darê zorê xwestiye ku ew “Sirûda Îstîklalê” bixwîne û got: “Polîsek di binçavan de ji min re got, ‘çi karê te li partiyê heye, biçe bi keçikan re bigiere’. Polîsek jî ‘Sirûda Îstîklalê’ anî û xwest bi min bide xwendin. Cihêkariyê li min kirin. Tundiyê li min kirin. Pirr li min dan. Ez ketim xwarê.”