Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin 2024-07-13 11:09:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê ragihand ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.   Li gorî Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihandiye, şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonek a hêzên wan de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.   Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê da zanîn ku operasyon bi hemahengiya li gel Asayîşa Herêmê hatiye lidarxistin.