Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû 2024-07-13 10:28:24   MÊRDÎN - Li gundê Deywanê ya Kerboranê qedexeya derketina derve hat rakirin û kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.   Qedexeya derketina derve ya ku duh êvarê li gundê Deywanê ya bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve hatibû ragihandin, hat rakirin. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku qedexeya li gundê Deywanê hat rakirin. 7 kesên ku hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.