Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin 2024-07-13 10:12:11   ÊLIH - Hat xwestin ku cerdevanan bibin herêmên şer ên li Zap, Avaşîn û Metîna. Cerdevan ji ber vê yekê îstafa kirin. Tevî ku gef li cerdevanan hat xwarin jî çûna operasyonê red kirin. Dîroka birina cerdevanan 17’ê tîrmehê hat diyarkirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê ji Nîsana 2022’an û vir ve dewam dikin, êrişên nû yên berfireh dest pê kirine. Tirkiyeya ku li herêmê nokteyên kontrolê ava kir û sewqiyata xwe ya leşkerî didomîne, ji cerdevanên li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Çewlig û Mêrdînê re teblîxat şand ku beşdarî operasyonê bibin. Gelek cerdevanan bi hinceta ku naxwazin tev li operasyonan bibin dest bi îstîfayê kirin.   Hate zanîn ku cerdevanên ku bi teblîgatan gef li wan hatine xwarin, bang li wan hatiye kirin ku biçin qereqolan û gef li wan hatiye xwarin ku beşdarî operasyonan bibin. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku tevî gefên li cerdevanan hatine xwarin her wiha bi tundiyê re jî rû bi rû mane.    ÇÛNA HERÊMA OPERASYONÊ 17’Ê TÎRMEHÊ DIYAR KIRINE   Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin; Hat plankirin ku di 17’ê tîrmehê de cerdevan bi komên ji 45 kesî pêk bên sewqî herêma operasyonê bên kirin. Hat diyarkirin ku cerdevanên ku di vê çarçoveyê de ji bo biçin operasyonê gazî wan hatiye kirin, îstîfa xwe dane û nexwestine tev li operasyonê bibin. Hat zanîn ku li navçeyên Kercews, Qabilcews, Qûbîn ên Êlihê heta niha zêdeyî 20 cerdevan îstifa kirine û gelek ji wan li malên xwe ne û neçûne operasyonê. Hat zanîn ku li navçeyên Dihê, Berwarî û Şîrwan ên Sêrtê cerdevanên ji ber neçarî operasyonê kirine û neçûne cihê erka xwe îstifa kirine.   Cerdevanên ku me xwe gihand wan diyar kirin ku wan çekên xwe daniye û bang li cerdevanên din jî kirin ku çekên xwe deynin. Cerdevanan destnîşan kir ku ew ê di bin tu şert û mercan de şer nekin.