Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin 2024-07-13 10:07:36 AMED - Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78’an û şahidê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Huseyîn Bariş got: “Têkoşîna demokratîk a ku li cîhanê belav bûye, encama berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Çarenûsa vî gelê wê demê hat guherandin."    Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ku bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê pêk hat, 42 sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de ku yek ji serdema herî tarî ya welêt bû, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin û nêzî 52 hezar kes hatin girtin. Ji bo zêdetirî 7 hezar kesan cezayê îdamê hat xwestin û ji wan 50 kes hatin îdamkirin.    Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ya di bin rêveberiyan fermandarê leşkeran Esat Oktay Yildirim de ku bi taybetî îşkence lê dihat kirin, ket lîsteya "10 girtîgehên herî navdar ên cîhanê." Li gorî daneyên fermî herî kêm 300 kesî li vê girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.    Berxwedana li dijî îşkence û pêkanînên dijmirovahî yên di vê serdemê de ku polîtîkayên tasfiyekirinê yên li hemberî kurdan hatin meşandin û teslîmiyet hat ferzkirin, bi heman awayî mezin bû. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kirin. Kemal Pîr di roja 53'yan de, Hayrî Durmuş di roja 61'ê de, Akîf Yilmaz di roja 63'Yan û Alî Çîçek di roja 65'an de jiyana xwe ji dest dan. Çalakiya ku bû sedema bidawîbûna pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehê, bû bingeha têkoşîna azadiya ya gelê kurd.   Rêveberê Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya 78'an Huseyîn Bariş ku yek ji şahidên serdemê ye, behsa wê demê kir.    Bariş ku di 16'ê Gulana 1981'ê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat binçavkirin û 2 mehan di binçavan de rastî îşkenceyên cuda hat, di 13'ê Tîrmeha 1981'ê de ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê.    Bariş diyar kir ku ji deriyê girtîgehê heta korîdora mezin leşker bi qamçî, dar, gaz û zincîrên di destên xwe de li wan dixistin. Bariş anî ziman ku 19 kes di hucreya yek kesî de hatine bicihkirin û got ku leşkerên li wir her tim îşkence li girtiyan dikirin.    Bariş anî ziman ku piştî 17-18 rojan di hucreyê de maye ew birin qawîşa 32'yemîn a Bloka E'yê û got ku ji ber ku nêzî 130 kes li heman qawîşê diman hin kes li erdê radizand. Bariş got: “Salên herî hovane yên girtîgehê salên 1981-83’yan bûn. Hucre 24 saetan ji leşker û rêveberiya girtîgehê re vekirî bûn. Carna saet di 03.00’an de, carna saet di 04.00’an de, carna saet di 02.00’yan de, carna jî di saet 01.00’ê de diavêtin ser qawîşan. Qêrîna mirovên îşkencekirî betonê diderizand. Birçîbûn û tîbûnê li aliyekî, îşkence, heqaret û nifir li aliyekî. Tiştekî wiha bû ku tu ji mirovbûnê derdiketî. Yên ku van îşkenceyan bi rê ve birin, Fermandarê Hêzên Leşkerî Kemal Yamak û efserê girtîgehê Esat Oktay Yildirim bûn. Tîma wan ji komkujiyan berpirsyar bû."   Bariş bal kişand ser pêkanînên dijmirovî yên Esat Oktay û ekîba wî û wiha got: “Qapaxên loxeran vedikirin, bi lingên me digirtin û serê me dixistin wê loxerê. Yên ku teslîm bûn û xiyanet kirin, qawîşên wan veqetandin. Wan jî ewilî îşkence dît. Lê mesele îrade bû. Eger hûn karibin vîna xwe biparêzin, hûn ê karibin xwe û yên derdora xwe jî biparêzin."   Bariş destnîşan kir ku lê bi tu awayî xeyala Esat Oktay pêk nehatiye.    'ZINDAN RABÛ SER PÊYA'    Bariş anî ziman ku her çend piştî çalakiya Rojiya Mirinê guhertin çêbûne jî, li ser hin soza nehatiye sekinandin û got: “Mînak nehiştin em bi malbatên xwe re bi kurdî biaxivin. Wan hinek tişt sist kirin, lê ev ji bo demeke kurt bû. Piştî wê her tişt berdewam kir. Hatibû rewşek wisa ku di 1’ê Îlona 1983’yan de hemû qawîş ketin greva birçîbûnê. Her kes rabû ser xwe. Yên li xwe mikur hatin jî dirûşme berz dikirin. Ji ber wê jî piştî 5’ê Îlonê di zindanê de guhertin çêbûn. Leşker û gardiyan ditirsiyan ku bikevin korîdorê. Mirov êşa 3 salên borî vereşîyan. Dirûşme berz dikirin. Di roja 7'an a greva birçîbûnê de hevalekî me ji ber xwînrijîna mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Êdî zindan rabû ser pêya. Greva birçîbûnê 27 rojan berdewam kir. Di dawiyê de wan hinek şertên me bi cih anîn. Lê di 1’ê Çileya 1984’an de dest bi êrişê kirin. Di wê heyamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Em rastî îşkenceyên mezin hatin. Bi qasî 3 mehan em di hucreyê de man. Piştî wê, ji bo ku em xwe bi rêxistin nekin, her tim cihên me diguherandin. Ev rewş heta sala 1990’î dom kir. Operasyon pêk anîn û em belav kirin. Em 17 kes şandin Amasyayê û piştî 52 rojan em hatin berdan."   'ÇARENÛSA GEL HAT GUHERANDIN'   Bariş anî ziman ku çalakiya Mazlûm Dogan a di 21'ê Adara 1982'yan de li dijî îşkenceyê pêk hatiye û di 18'ê Gulana 1982'yan de jî Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn bedena xwe dane ber agir û rojiya mirinê ya mezin jî bersivek daye. Bariş bilêv kir ku Rojiya Mirinê ya Mezin jî piştî xwerexnekirinê ya ji bo vê dest pê kiriye û got: “Piştî ku li dadgehê daxuyanî hat dayîn, çalakî bi 6 hevalan dest pê kir. Piştî vegera zindanê hevalên din jî tevlî çalakiyê bûn. Hejmara wan 15-20 kes bû. Rêveberiya girtîgehê malbat û hezkiriyên hevalên ku di greva birçîbûnê de anîn ku girtî dest ji biryara xwe berdin. Lê kirin nekirin hevalan tawiz neda. Ji ber vê yekê têkoşîna demokratîk a ku li cîhanê belav bû, encama berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Di wê demê de qedera vî gelî di her warî de hat guhertin. Heger ew bedel nehata dayîn, belkî heya pêncî sed salên din jî wekî koleyan bûna. Civak êdî xwe nas dike. Bingeha têkoşîna îro ji aliyê hevalên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hat avêtin. Berxwedanê di dîroka mirovatiyê û gelê kurd de cihê xwe girt. Ji ber vê yekê nirxa wan nayê ravekirin. Çar hevalên ku piştî wê hewldana mezin jiyana xwe ji dest dan, cihê xwe di dîroka gelê kurd de girtin.”   MA / Rûkiye Adiguzel