Li Gabarê goristan hatiye rûxandin 2024-07-13 09:26:45   ŞIRNEX - Derket holê ku goristana endamên PKK’ê ya li Çiyayê Gabarê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye rûxandin û kêlikên goran ji şûna wan hatine derxistin.    Hat diyarkirin ku goristana endamên YJA Star û HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye rûxandin. Hat dîtin ku cenazeyên nêzî 100 endamên PKK’ê li goristana ku li bejahiya gundê Basretê ya bi ser Şirnexê ve lê veşartî ne. Ev gund di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatiye valakirin. Di dîmen de gelek gorên vala xuya dikin, kêlikên goran jî saxlem nemane. Hat zanîn ku leşker û cerdevanan kevirên goran bi balyoz û teviran şikandine.    Her wiha mizgeft û lavaboyên ku li kêleka goristanê hatine çêkirin jî hatine xerakirin û dem û dûz kirine.    Her wiha hat zanîn ku jenerator, quşxane û gelek kelûpelên hewcedariyên jiyanî ku welatiyan danîbû goristanê jî ji aliyê cerdevanên diçin daran dibirin ve hatine dizîn.