Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin 2024-07-13 09:16:27 ÎZMÎR - Di meha dawî de 16 girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îzmîrê, bêyî haya wan jê çêbibe bi awayekî kelemçekirî sewqî girtîgehên din hatin kirin. Parêzera OHD'î Eylem Zengîn diyar kir ku kesên hatine sewqkirin 30 sal in girtî ne û sewqî girtîgehên nû hatine vekirin hatine kirin.   Piştî çalakiya girtiyan a bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest pê kir, zextên li girtîgehan zêdetir bûn. Ji van zextan yek jê jî, "surgûn" e. 16 girtî bêyî haya wan jê çêbibe ji Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê bi awayekî kelepçekirî sewqî girtîgehên din hatin kirin. Piştî nivîskar Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2'yan ya Îzmîrê dima, di 8'ê Tîrmehê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yan ya Kocaeliyê hat kirin, 16 girtiyên din jî sewqî girtîgehên din hatin kirin.   GIRTIYÊN HATIN SEWQKIRIN   Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Eylem Zengîn ev agahî dan: “Yaşar Cinbaş ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’ê ya Îzmîrê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Çorlû ya Tekîrdagê, Mehmet Salîh Atli ji Girtîgeha Îzmîrê Hejmara 2'yan sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê, Nîhat Ekmez ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2'yan a Îzmîrê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Çorlû ya Tekîrdagê, Ferhan Mordenîz ji Girtîgeha Tîpa T a Menemenê sewqî Girtîgeha Antalyayê, Erbîn Baran, Abdûlaziz Yilmaz, Abdullah Gunsel, Adem Îşliyen û Nedîm Gul Odemiş jî ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê  û Şiyar Aydemîr û 5 girtiyên navê wan nehat zanîn jî ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê sewqî Girtîgeha Çorlû ya Tekîrdagê hatin kirin."   Zengînê diyar kir ku hema bêje tevahiya girtiyên hatine sewqkirin 30 sal in girtî ne û ên hin kesan 2 sal ji berdana wan re maye.    Parêzer Eylem Zengîn diyar kir ku hemû sewqkirin li dijî daxwaza girtiyan pêk hatine. Zengîn anî ziman ku beriya sewqê girtî nehatine agahdarkirin û got: "Bêyî ku agahiyê bidin girtiyan bi lez û bez ew sirgûn kirine. Ji ber vê yekê gelek ji wan nikaribûne hin eşyayên xwe jî bigirin. Sewq bi wesayitên rîngê tên kirin û gelek caran li ji ber demsala havînê û rêwîtiya dirêj ev vediguhere muameleyeke xerab."   Zengîn bal kişand ku hema bêje girtî sewqî girtîgehên ewlekariya bilind ên nû hatine vekirin tên kirin û wiha got: "Li van girtîgehan tecrîd û îzolasyon di asta herî jor de ne. Qadên taybet ên girtiyan 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Her wiha gava sirgûn çêdibin jî bêyî ku bêjin ka nêzî malbatên girtiyan ne yan na, wan sirgûn dikin. Gelek malbat ji ber derftên aborî û rêwîtiyeke dûr û dirêj nikarin biçin hevdîtinç. Lewma divê ev sirgûn bên sekinandin."    MA / Tolga Guney