Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin 2024-07-12 22:53:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin. Li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" çalakî hatin lidarxistin.    Di pêşengtiya WAN TUHAY-DER’ê û malbatên girtiyan de çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” hate kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê hate dayîn de pankartên “Tecrîdê bi dawî bikin” û “Deng bidin zindanan” hatin vekirin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê. Azîz Guven ê li ser navê WAN TUHAY-DER’ê axivî, destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Guven, li gorî mewzûatên netewî û navnetewî astengkirina mafê hevdîtinê yê girtiyan bi malbat û parêzerên wan re li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Pergala bêhiqûqiyê ya Îmraliyê nîşaneya pergala bêedaletiyê ya li Tirkiyeyê ye. Li holê ye ku bêhiqûqiya bi vê tecrîda mûtleq re xwe nîşan dide li tu deverê cîhanê nîne. Wezareta Dadê ji serlêdana bi hezaran parêzeran re hêj bersiveke hiqûqî nedaye. Hemû hewldanên hiqûqî yên di nava pêvajoyê de ji aliyê parêzerên birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hatine kirin bêencam dimînin. Ev yek jî israrkirina desthilatê ya di bêhiqûqiyê de ye.”     ‘PIRSGIRÊK POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERKIRINÊ NE’    Guven, bi lêv kir ku di serî de baro û saziyên mafên mirovan divê hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî bêhiqûqiyê derkevin û wiha berdewam kir: “Divê hemû beşên civakî li dijî tecrîda zêdetirî 40 meh in didome, polîtîkayên bêhiqûqiyê yên li girtîgehan û binpêkirinên mafan bi awayekî xurt deng derxîne. Tecrîd û bêhiqûqî gefê li herkesê dixwe. Sedemê bingehîn ê hemû krîzên li vî welatî polîtîkayên tecrîd û neçareseriyê ne.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmrali” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.      EDENE   Çalakiya xizmên girtiyan a li Edeneyê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" di hefteya 12’an dewam kir. Polîsan derdora avahiya AKP'ê ya Edeneyê ku girseya gel lê kom bû bi bendan girtin. Tevî hemû astengiyan jî rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, AATUHAY û AYKAY-DER’ê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.   Hevserokê Giştî yê DEM'ê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ew ê li ber avahiya AKP'ê bin û hewldana astengkirina polîsan şermezar kir.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me bitirsînin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bi dawî bû.   MÊRSÎN   Çalakiya xizmên girtiyan a bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” dane destpêkirin di hefteya 12’an berdewam kir.  Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bînin” hate vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi Tirkî û Kurdî "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Girseya ku xwest heta ber avahiya AKP'ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê girse bi berzkirina dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Jin jiyan azadî" çalakiya rûniştinê pêk anîn.   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û wiha got: “Îsrara di tecrîdê de tê wateya israra di şer. Yên ku di tecrîdê de israr dikin naxwazin pirsgirêk li Tirkiyeyê bên çareserkirin. Tecrîda ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li ser tevahiya civakê dike. Tecrîd encax bi israrkirina têkoşîna bibiryar dikare were şikandin. Heta ku desteserkirina mafên girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi taybetî birêz Abdullah Ocalan ji holê rabe û heta tecrîda mutleq bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."   MÊRDÎN   Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar li ber avahiya  AKP'ê ya Mêrdînê li hev civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslanbeşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Dawî li tecrîdê bînin" hate vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan” û "Dawî li tecrîdê bînin, edaletê pêk bînin" hatin berzkirin. Li ser navê malbatên girtiyan Fettah Tekîn axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.   Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku tecrîd bi mehane di rojeva wan de ye û wiha domand: "Ev nêzî 40 meh in tecrîdeke giran li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku demildest dawî li tecrîdê bînin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.