Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin 2024-07-12 15:26:19   ENQERE - DEM Partiyê bi daxwaza betalkirina rêziknameya ku dike rayeya “îlankirina şer” ji serokkomar re bê dayîn serî li Şûraya Dewletê da.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari li dijî “Rêziknameya Seferberî û Rewşa Şer” rayeya îlankirina şer û seferberiyê dide serokkkomar ketin nava liv û tevgerê. Hevserokan bi daxwaza betalkirina rêziknameyê serî li Şûraya Dewletê dan.    Di serlêdanê de bal hate kişandin ku di Destûra Bingehîn de maf û azadiyên bingehîn encax bi qanûnan re dikare bê sînorkirin lê tevî vê yekê jî Erdogan rêzikname weşandiye û ev maf hatine xespkirin. Di serlêdana ku bal hate kişandin ser misyon û vizyona DEM Partiyê de, hate diyarkirin ku partî li dijî pergala otorîter e û di heman demê de armanc dike vê avaniyê biguhere û pêkanîna bi hev re bûn û biryara girtina gel diparêze û partî dixwaze ku hemû cudahî bi awayekî azad bi hev re bijîn.    DIBE KU WERE ÎSTÎSMARKIRIN    Di serlêdanê de hate destnîşan kirin ku serdema “arîşe û rakêşî” ya di rêziknameyê de derbas dibe nediyar û xumam e û îşaret hate kirin ku ev gotin di serdemên asayî de jî dibe ku ji aliyê Serokkomar ve weke serdema “arîşe û rakêşiyê” bê penasekirin û wiha hate gotin: “Weke ku tê dîtin di rêziknameyê de jî ji bo penasekirina ‘serdema arîşeyê’ penasekirinên xumam, nediyar û subjektîf hatine bikaranîn.”   ‘ARMANC SÎNORKIRINA MAF Û AZADIYAN E’    Di serlêdanê de hate diyarkirin ku ji ber nediyarbûna her du têgehan li ser azadî û mafên bingehîn gefeke mezin çêdibe û wiha hate gotin: “Rayeya nirxandina ku serdemek bibe serdema arîşe û rageşiyê dane Serokkomar. Rewşeke şer û seferberiyê li welat nebe jî bi awayekî hesan ji aliyê Serokkomar ve dikare serdemeke arîşe û rageşiyê were penasekirin. Armanca rêziknameyan ne sînorkirina maf û azadiyên bingehîn in.”