Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket 2024-07-12 13:10:34 COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku li navçeya Geverê SÎHA’yek ji ber sedemên nediyar ket.    Hat îdiakirin ku îro saetê sibehê saet derdora 10.00’an Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) ku ji Balafirgeha Selahattîn Eyyubî rabû, kete xwarê. Hat ragihandin ku ji ewil agir bi SÎHA’yê ketiye û piştre jî li derdora gundê Pîrzalanê ketiye. Dikola ku li cihê gundî nîşan dide bilind dibe, li navenda navçeyê jî tê dîtin. Herêm ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin.