Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin 2024-07-12 09:00:53   ŞIRNEX - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û bang li gelê kurd kir ku li dijî xiyanet û êrişan yekitiya xwe ava bike.    Tirkiye ji 17’ê nîsana 2022’yan û vir ve êrişên xwe yên li ser Başurê Kurdistanê didomîne. Tirkiye li Başurê Kurdistanê baregehên nû yên leşkerî û bi vê re jî li çolterê navçeya Amediyê ya Dihokê nuqteyên kontrolê ava kirin û şeniyên herêmê ji kontrolê derbas dike. Herî dawî jî bi sewqiyata leşkerî ya li navçeya Amêdiyê ya Duhokê gelek cih topbaran kirin û di encama topbaranê de gelek gund hatin vala kirin. Êrişên ku bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, hê jî didomê. Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê û dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê bertek û nêrazîbûn didomin.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Silopyayê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê dan û bi lêv kirin ku PDK li pêşiya destkêftiyên kurdan asteng e û bang li gel kir ku li dijî hevkariya PDK û êrişên Tirkiyeyê bibin yek.    'BILA NEBÊJIN EM KURD IN'   Ji Dayikên Aştiyê Taybet Tatli anî ziman ku bi hevkariya PDK'ê Tirkiye li Başurê Kurdistanê baregehên xwe ava kirine û wiha axivî: “Divê malbata Barzanî dest ji vê xiyanetê berde. Dibêje,'ez kurd im' û  bi kurdî diaxive, lê dijminatiya kurdan dike. Divê dev ji vê dijminatiya gelê xwe berde. Dema ku malbata Barzanî ji ber fermana Saddam reviya û  hatin vir, kurd li wan xwedî derketin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, dîsa Kurdan ew parastin. Tirkiye zarokên me bi çekên kîmyewî qetil dike û  malbata Barzanî jî di van komkujiyan de hevkariyê dike. Em vê hevkariyê şermezar dikin. Ew bi destê xwe axa xwe radestî Tirkiyeyê dike. Niha kêr ji hestî derbas bûye. Divê demildest dev ji vê xiyanetê berdin. Yên ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin û ax û namûsa xwe teslîm dikin bila nebêjin em kurd in û kurdî neaxivin. Em dixwazin aştî pêk were û ev şer bi dawî bibe."    'KEW DIJMINÊ QEWMÊ XWE YE'   Ji dayikan Dexîle Atmişê bi gotina "Kew dijminê qewmê xwe ye" bertek nîşanî hevkariya PDK a bi Tirkiyeyê re da û wiha got: "Em vê xiyanetê qebûl nakin. Ew kurd in û em kurd in. Çima bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û xiyanetê gelê xwe dike? Her roj axa xwe Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê. Banga me ji gelê Kurd re ew e ku bibin yek. Werin em destên xwe bidin hev û xwedî li desteftiyên xwe derbikevin."    Tole Degerê jî diyar kir ku daxwaza wan dawî bûna şer e û ev bang kir: " Êdî bes e, bila ew zilm bi dawî bibe. Zarokên me li deşt û çiyayan, li  girtîgehan rastî her cûreyê zext û zilmê tên. Em ziman û nasnameya xwe diparêzin. Em li dijî şer in. Em aştiyê dixwazin."   'PDK LI PÊŞIYA DESTKEFTIYAN ASTENG E'   Dayikeke din a aştiyê Sabriye Degerê jî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê da û wiha pê dê çû: "Tu eleqeya malbata Barzanî bi kurdayetiyê re nîne. Em ne bira ne. Çi mafê Tirkiyeyê heye ku êrîşî Herêma Başûrê Kurdistanê dike? Bila ev êrîş bi dawî bibin. Bila serokê me azad bikin. Bila aşitî çêbibe û bila ev şer bi dawî bibe."    Ayşe Sanirê jî destnîşan kir ku PDK li pêşiya destkeftiyên Kurdan asteng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila êdî xwîna zarokên me nerije. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Heke malbata Barzanî dewleta Tirk nexistina sînorên Başûrê Kurdistanê ew êrîş wê pêk nedihatin. Bila gelê Kurd li dijî van êrîş û xiyanetê bibin yek û tifaq."    MA / Zeynep Durgut- Mahmût Altintaş